Şedadi



Author
Categories
Yayınevi: Avesta Yayınları
Availability: 1000 in stock
SKU: 9786055585259
11,97 TL
Ship to
*
*
Shipping Method
Name
Estimated Delivery
Price
No shipping options

Contributor
Kitêba Vladimir Minorsky a bi navê "Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de" ji nav weşanên Avestayê derket. Kitêb beşek e ji lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê. Beşê din jî bi navê "Pêşdîroka Selaheddîn" sala 2008an ji nav weşanên Avesta derketibû. Herdu kitêb jî ji aliyê Emîn Narozî ji ingilîzî hatine wergerandin.Vladimir Minorsky yek ji rojhilatnas, lêkolîner û kurdologên navdartirîn û serwexttirînê bi rewş û dîroka kurdan e. Lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in. Bi vê kitêba di destê we de, ku berê beşek jê bi navê "Pêşdîroka Selaheddîn" çap bûbû, xebata wî ya li ser Kafkasya di kurdî de temam dibe. Ev kitêb wergera herdu beşên pêşî yên vê berhema hêja ye ku birêkûpêktirîn çavkaniya ser dewleta kurdên şedadî ye û bêguman çawa ku Minorsky jî diyar dike, agahên ser dewleta vê xanedaniyê ê hem valahiyeke dîroka kurdan ya derûdorên Kafkasyayê dagire û hem jî serdemeke tarî ya dîroka xanedaniyên îslamê yên wê navçeyê ronî bike. Şedadî yek ji wan xanedanên kurd û misilman in ku dîroka wan pir kêm tê zanîn û li rojhilatê Transkafkasyayê li herêmeke navbera çemên Kurê û yê Arasê seranser desthilatdarî kirine. Emîn Narozî, di wergera kitêbê a kurdî de, Camî’u-l-Duwela Muneccimbaşî ku Minorsky ji erebî wergerandibû ingilîzî, yekser ji teksta erebî wergerandiye û not û sererastkirinên Minorsky ên ser tekstê lê zêde kirine.
Products specifications
Attribute nameAttribute value
Basım tarihi yıl bilgisi2010
Baskı sayısı1
Sayfa sayısı127
Ağırlık bilgisi (gram)120,00
En bilgisi (cm)13,00
Boy bilgisi (cm)19,50
Cilt tipi adıCiltsiz
Kağıt cinsi adı2. Hamur
Basım ülkesi adıTürkiye
Basım şehri adıİstanbul
Cep boy olup olmadığı bilgisiFalse
Ürün formatı adıKitap